Lorîna Robozik

Lê tu kes nizane kû, wê şevê çi bû , ji kuderê çi ferman hat kû dema gundîyên feqîr û bêsuc vegerîyan malên xwe, balafirên Devletê bombe li ser wan barand. Gelekê wan zarok , 34 kes di vê bomberana kambax de, perçe perçe hatin kuştin . Gundî bi lez û bez çun qereqolê, bi girîn û qajîn gotin ‘ Ew zarokên me ne , ji bo Xwedê wisa mekin’. Lê mixabin pêşîya wan hat birîn û gule li wan jî hat barandin. Bangî Xweda kirin da kû mîcîzeyekê bibe. Lê ne bû ... Bombebarandin xelas bû û gundîyê Robozikî, perçeyên zarokên xwe, mirîyên xwe berhevkirin ji ser lat û zinaran . Ji Robozikê lorîyên kû dil î cegerê mirovan perçe dikir, ber bi esman ve kişîya . Ew lorîyên kû erd û esman pê re lerizî, rê li ber pîrozbahîyên sala nû ya ku li gelek deverên Turkîyê dihat pêk hatin, nebirî . Li alîyekê Welat şîn û girîn, li alîyê din pîrozbahîyên sala nû ... Rêvebirên dewletê gotîn ‘ Bi Xeletî Buye’ . Gotin, ‘ Di bila ew jî karên Qaçax mekirana’. Gotin, ‘ Pereyên wê çi be em bidin, hûn jî ji bîr b...