Lorîna Robozik



Lê tu kes nizane kû, wê şevê çi bû , ji kuderê çi ferman hat kû dema gundîyên feqîr û bêsuc vegerîyan malên xwe, balafirên Devletê bombe li ser wan barand.
Gelekê wan zarok , 34 kes  di vê bomberana kambax de, perçe perçe hatin kuştin .
Gundî bi lez û bez çun qereqolê, bi girîn û qajîn gotin ‘ Ew zarokên me ne , ji bo Xwedê wisa mekin’. Lê mixabin pêşîya wan hat birîn û gule li wan jî hat barandin. Bangî Xweda kirin da kû mîcîzeyekê bibe. Lê ne bû  ...
Bombebarandin xelas bû û gundîyê Robozikî, perçeyên zarokên xwe, mirîyên xwe berhevkirin ji ser lat û zinaran .
Ji Robozikê lorîyên kû dil î cegerê mirovan perçe dikir, ber bi esman ve kişîya .
Ew lorîyên kû erd û esman pê re lerizî, rê li ber pîrozbahîyên sala nû ya ku li gelek deverên Turkîyê dihat pêk hatin, nebirî .
Li alîyekê Welat şîn û girîn, li alîyê din pîrozbahîyên sala nû ...
Rêvebirên dewletê gotîn ‘ Bi Xeletî Buye’ . Gotin, ‘ Di bila ew jî karên Qaçax mekirana’. Gotin, ‘ Pereyên wê çi be em bidin, hûn jî ji bîr bikin’ . Hin kes jî gotin, ‘ Tiştek bi ker û hêstira nebuye ‘
Û berpirsên vê qirkirinê, hesab nedan. Di der heqê wan de, doz venebû û derneketin pêşberê dadgehê. Dosya, berî kû vebibe, hat girtin .
Hin kesên kû digotin ‘ Emê vê buyerên bişopînin’ jî, ji bîr kirin û dosye neçû Dadgeha Mafên Mirovan Yên Ewropa .
Dosye hat girtin, lê êş û birîna Robozik hîn jî tezeye. Ji birînê, hîn jî xwîn diherike . Dayika Felekê, kû li ber bedena kurê xwe yê 13 salî kû perçe perçe bibu, wê çawa ji bîr bike ? 
Robozik, birîna ujdan û edalet a me ye .
Robozik,  navê bidilûcanîya mirovahîya me ye .
Robozik, bedenê mê yên kû li Meydana Dîyarbekir hat daleqandin e .
Robozik, Gelîyê Zîlan e kû xwîn diherikî .
Robozik,  Seyîd Rizaye kû li Meydana Elezîzê dimeşîya ber bi kursîya daleqandinê. Dêrsim e sala 1938. Munzur e kû xwîn diherikî
Robozik , 33 Gule ye .
Robozik, qajîn a ’Êdî Bese ‘ye   li hember dîroka Kurdan kû bi xwînê hatîye nivîsandin.
Robozik, Lorîn û girîya dayikê ye kû hew kesên ujdanên wan heye dibihîze .  
Heyfa we bu lawo... Heyfa we bu lawo... Heyfa we bu lawo...
27.12.2019
 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

İlla da İzmir...

#ŞehirNöbeti notları :)

Dersim'de hakim kanaat: Gülistan Doku...